Amerîka û Almanya bi şêwazekê nû pêşmerge perwerde dikin

pêşmerge bi awayekî nû tê perwerdekirin
کوردستان TV
100%

Lîwayên pêşmerge dest bi perwerdehiyê kirine.

Prosesa perwerde kirina hêzên pêşmerge ji aliyê Almanya û Amerîkayê ve bi şêwazekê nû didome û Amerîka soz daye daku dû lîwayên din yên pêşmerge li gor pîwanên perwerdehî ya artêşa Amerîkayê perwerde bike.

Di vê derbarê de bîrkarê wezareta pêşmerge Serbest Lezgîn diyar kir ku biryar hatiye dayîn daku her du lîwayên 1 û 2 vegerin bo ser rewşa beriya dagîrkirina Kerkûkê û bo vê yekê jî dest bi proseseke nû ya perwerde kirinê hatiye kirin.

Serbest Lezgîn diyar kir ku piştî dagîr kirina Kerkûk û bûyerên Pirdê lîwaya yek vegeriya Pirdê û lîwaya 2an jî vegeriya Qere Hencîr lêbelê niha ew her du lîwa hatine cem hev û dest kirine bi proseseke nû ya perwerdehiyê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.