Erdogan: Operasyona Mertala Firatê dê li Efrînê berdewam be

Erdogan berdewame li ser gef kirin li Rojavayê Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna heftane ya partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de ragehand, ku operasyona Mertala Firatê wê li navçeyên Minbic û Efrînê berdewam be.

Erdogan got: “Niha dema hilweşandina projeya korîdor a terorê ya YPGê hatiye. Operasyona Mertala Firatê dê li Efrîn û Minbicê berdewam bike. Piştre jî dê hemû sînorên me bigihije aramî û ewlehiyê û dê ev pêvajo bidawî were. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi piştgiriya birayên me yên li navçeyê dijîn heye.”

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, ku gelek care Amerîka pêbendiya xwe bi piştevaniya HSD û YPG li Rojavayê Kurdistanê tekez kiriye û ev helwesta Amerîka bûye yek ji xalên cihê nakokiyê di navbera her du welatan de û peyvendiyên wan aloz kiriye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.