Bi moşekan êrişî kerwana leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hat kirin.
Bi roketan êrişî kerwana leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê ku ji nêzî navçeya Daret Îzzeyê ya Sûriyeyê ve derbas dibû, hat kirin. Hate ragihandin ku di êrişê de mirî û birîndar çênebûne.
Heta niha derbarê zirar û ziyanên êrîşê de ti zaniyarî nehatine weşandin.
Di hevdîtinên li Astanayê ya di 4-5ê Gulanê de herêmên kêmkirina rageşiyan li Îdlîb û derdorê wê hatibû îlankirin. Welatn garantor Rûsya, Tirkiye û Îran di 14-15 Îlonê de jî li ser sînorê herêmê li hev kiribûn.
Artêşa Tirkiyeyê di 12ê Cotmehê de bi armanca şopandina agirbestê li herêm xalên şopandinê ava kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin