Li Meksîkayê herî kêm 18 kes hatin kuştin

du ji wan kuştiyan polîsên
کوردستان TV
100%

Ev kesên han ji aliyê grûbeke çekdar ve hatine kuştin.

Hat ragihandin ku li eyaletên cûda yên Meksîkayê di şer û pevçûnên navbera hêzên ewlehî û grûbên çekdar 2 polîs 18 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya berdevkê polîsê eyaleta Guerreroyê Roberto Alvarez, li bajarê La Conceptionê grûbeke çekdar li hemberî polîsan êrişeke çekdarî li dar xist.

Roberto alvarez di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama êrişa grûba çekdar de ya li hemberî hêzên ewlehî de 2 jê polîs 8 kes hatin kuştin. Polîsên eyaletê ji bo dest deynin ser çekên û teqemeniyên grûbê operasyonek li dar xist û di wê operasyonê de jî 3 kes hatin kuştin."

Herwiha li bajarê San Jose Del Cabo yê eyaleta Baja California Surê ku dikeve bakurê Meksîkayê di navbera hêzên deryayî û grûbên çekdar de şer derket û di encama wî şerî de jî 7 çekdar ji aliyê hêzên deryayî ve hatin kuştin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.