Cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê hebûna destê Hewlêrê ya di xwepêşandanên Îranê de wek komedî pênase kir û aşkera kir Gorran û Komel divê bersiva wê yekê bidin ku çima vê demê de wezîrên xwe ji hikûmetê kêşan.
Piştî civîna di navbera PDK û YNKê de, civîneke çapemeniyê ya hevbeş a Cîgirê serokê PDKê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar de, serokwezîr Barzanî ragehand: Em keyfxweşin ku li binkeyê polîtburoya YNKê û bi amadebûna piraniya rêveberên YNKê ve pêşwazî li me hate kirin. Civîna îro li gor qonaxa naha li Kurdistanê heye, civînek giring bû. Em geheştin wê rêkeftinê ku berdewamiya civînên me di pêşerojê de jî hebe. Herwaha em hembîrin ku eger em yekgirtîbin bi wî awayî emê serkevin.
Herwaha got: ‘’Babeta guftûgoya herêma Kurdistanê û Bexdayê, min berê jî got em amadene û bi vê axaftinê ve min xelk jî bêzar kiriye. Li ser bingehê destûra Iraqê em amadene pirsgirêkên xwe bi guftûgo çareser bikin. Em hêvîdarin Bexda jî di wê meylê de be. Kengî ew amade bin em jî amade ne.’’
Derbarê peyvendiyên PDKê û YNKê de jî Barzanî got: Peyvendiyên YNKê û PDKê dîrokî ne. Ev her du aliyane qonax bi qonax li gel vê rewşê hatine heta geheştine lihevgeheştinek hevbeş. Çi tişta li Kurdistanê bê kirin, mercê yekem ew e di navbera YNKê û PDKê û li gel hemû aliyên din jî baş be. Li gor me divê ew peyvendiyên me berdewam bin û li gel hemû aliyên din jî li gel yekbin û mercê serkeftina me jî ew e vê qonaxê em yekgirtû bin.
Di beşek din a axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa serdana Tevgera Gorran, Komela îslamî û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî ya Bexdayê kir û ragehand: ‘’Em agahdarê serdana wan her sê aliyan a Bexdayê nebûn. Li gor me pêwîstbû hemû aliyên Kurdistanê li gel yek serdan bikira, ku yekdengî berevaniya Herêma Kurdistanê bihata kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewabûna xwe ji gelê Kurdistanê û parlamentoyê werdigre. Pêwîste zelal kirina vê babetê jî bi rêya sindoqa dengdanê ve be, lê dîsa jî eger li Bexda axaftinek xêr kiribin em bi vê keyfxweş in.’’
Derbarê tometbar kirina herêma Kurdistanê ji aliyê berpirsên payebilind ên Îranê ve û wekî ku hebûna destê herêma Kurdistanê ya di xwepêşandanên Îranê de jî Barzanî got: ‘’Derbarê aloziyên li Îranê ku destê me tê de hebe, ev îdîa wek komediye rastî. Em bi ti awayekê li herêma Kurdistanê destverdanê li pirsgirêkên Îranê nakin. Îran cîraneke giring ê me ye û em berdewam dixwazin peyvendiyên me yên baş li gel Îranê hebin. Ev siyaset siyaseta hemû aliyekê ye û dê berdewam jî bike. Em nabin sedema têkdana asayîş û seqamgiriya Îranê. Tişta li Îranê pêktê navxweyî ye û peyvendiya wê li gel me tineye û hêvîdarim di çarçoveya Îranê de çareseriyek jê re bê dîtin.’’
Herwaha behsa giringiya piştevaniyên navnetewî ya ji bo herêma Kurdistanê kir û diyar kir hevdîtina wan a li gel serokê Fransa û Almanya pir giring bûye.
Derbarê dest ji kar berdana wezîrên Gorran û Komel de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ev babet rêyên xwe yên yasayî hene û raste dest ji kar berdane, lê divê serokatiya encûmena wezîr bi pejirîne û ragehand: ‘’Em hîn tênegeheştine çima heta naha xwe ji hikûmetê nekêşan. Me bersiva vê yekê divê, çar sale li gel me di hikûmetê de ne, nû têgeheştin ev hikûmet waha û waha ye. Pêwîste em li gel wan biaxivin ku em bizanin mijar çiye?’’
Dawiyê de jî Barzanî got: ‘’Di vê civîna îro de me behsa vê yekê jî kir ku em piştgiriya wê yekê dikin ku hemû hêzên Kurdistanî li gel yek beşdarî helbijartinên Iraqê bibin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin