Wezîrê petrolê yê Îraqê dibêje bi tankeran petrolê dişînên.
Wezîrê petrolê yê Îraqê Jabir Luaîbî li Bexdayê ji peyamnêran re got Îraq dê berî dawiya mehê dest bi şandina petrola Kerkûkê bo Îranê bike.
Luaîbî got: Di destpêkê de, derdora 30 hezar bermîlên petrola xam dê rojane bê şandin bo parzûngeha Kermanşahê.
Nav hatî herwiha diyar kir ku şandina petrolê de çarçoveya rêkeftineke hevbeş de ku meha borî di navbera herdû welatan de hatibû îmzekirin tê domandin.
Jiber dagîr kirina Kerkûkê ji aliyê heşda şebî ve firotina petrola xam a Kerkûkê hatiye rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin