Artêşa Sûriyeyê li Idlîbê herêmeke stratejîk ji destê Fetih el Şamê derxist

kuştin û şer li Sûriyeyê didome
کوردستان TV
100%

Artêşa Sûriyeyê bi hêzên xwe yên hevalgir re li başûrê rojhilatê Idlîbê herêma Sinjarê ji destê rêxistina Fetih El Şamê (Eniya El Nûsra) derxist.

Jêderekî herêmî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Artêşa Sûriyeyê bi hêzên xwe yên hevalgir e, herêma stratejîk a Sinjarê ji destê Fetih El Şamê derxist."

Li gorî daxuyaniya jêderê herêmî, artêşa Sûriyeyê li heman herêmê 4 gund jî ji destê hêzên terorîst rizgar kirin.

Herêma Sinjarê tenê 15 kîlometroyan dûrî Baregeha Hewayî ya Ebû Duhurê ye û wek herêmeke stratejîk tê zanîn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.