Li Çînê 2 keştî li hev ketin:32 kes wenda ne

ev bûye jiber bihev ketina du keştiyan qewmiye
کوردستان TV
100%

Wezareta ragihandinê ya Çînê ragihand ku do êvarê li dora siet 20:00a, li rojihilatê Çînê nêzî rûbarê Yangziyê, keştiya tankêrê ya bi navê Sanchi ku ya Panamaye ye, bi keştiya bi navê Cf Crystal re ku ya Hong Kongê ye û keştiyeka barhilgire, li hev ketin.

Piştî qezayê 21 kes ji keştiya Hong Kongê hatin rizgarkirin. Ji ber di keştiyê de şewat derket, kes xwe ne gihand 32 kesên din yên di keştiyê de û ji wan ti agahî tine ye. Ji wan xebatkarên keştiyê 30 kes Îranê ne û 2 kes ji wan Bangladeşîne.

Bo rizgarkirinê ji Çînê 8 keştî şand deverê. Kore ya bakûr jî keştiyekî û balafirekî şand deverê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.