Li Almanyayê di derbarê Kurdan de belgefîlmek hat amadekirin û weşandin.
Televîzyona bi navê ZDF a Almanyayê li ser Kurdan bi navê ‘Kurd kî ne?’ ne belgefîlmek amade kir û belav kir.
Di belgefîlmê de ji herêmên ku Kurd lê dijîn, hejmara hêzên çekdarî, zimanê Kurdî, ol û mezhebên Kurdan û herwiha zilm û zordariya li ser Kurdan gelek mijaran cihên xwe girtin.
Di belgefîlma ‘Kurd kî ne?’ de tê ragihandin ku gelheya Kurdan li Rojhilata Navîn di navbera 30-45 milyonan de ye û tê gotin ku Kurd miletek in ku dewleta wan ya netewî tune ye.
Di belgefîlmê de di derbarê zilma li ser Kurdan jî ev tên gotin: “Kurd gelek caran rastî zilm û zordariyê hatine. 1988an Sedam Husên 5 hezar Kurd bi xaza kimyewî kuştin. Li Tirkiyeyê jî di navbera hêzên Kurd û dewletê de şer heye. Di şerên dawîn ên li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Farqîn û gelek deverên din 2 hezar kes hatin kuştin.”
Herwiha di derbarê zimanê Kurdî, diyalektên wê, ol û mezhebên Kurdan de jî agahî tên dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin