Antonio Guterres ji bo Serokwezîrê Kurdistanê nameyek şand

NY daxwazek pêşkêşî Hewlêr û Bexda dike
کوردستان TV
100%

 Antonio Guterres daxwazek ji Hewlêr û Bexdayê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand û ragihand: “Divê Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi şêweyekî aştiyane, bi riya danûstandinên siyasî û li ser bingeha Destûra Iraqê çareser bikin.”

 Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku roja înê 5ê Çileya 2018an hatiye belavkirin, Antonio Guterres di nameyê de kêfxweşiya xwe nîşan daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal di gelek boneyên aşkere de amadebûna xwe ya ji bo danûstandinan nîşan dane.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di nameya xwe de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û dibêje: “Herdu aliyan handidim, ku ji bo avakirina zemîneke guncayî ya danûstandinan gavan bavêjin, da ku bikarin danûstandinên rasteqîn encam bidin.”

Antonio Guterres herwiha di nameyê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku “ji bo pêşveçûna aştiya niştimanî, li herêmê bihêzkirina aramiya zêdetir û rûbirûbûna wê gefa ku hêj rêxistina DAIŞê dixwe, divê aramiya ku pêk hatiye, were parastin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.