Sê Êzidiyên din li Dêra Zorê hatin azad kirin

ew li Dlea Zorê hatine azadkirin
کوردستان TV
100%

Du ji wan keçên û ya din jî zilame.

Yekîneyên Parastina Gel YPGê, li Dêrezora Sûriyê 2 keç û kurek, bi giştî 3 Kurdên Êzîdî ji destê terorîstên DIŞIê rizgar kirin.

Operasyona Bahoza Cezîrê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dike. HSDê ragihand, ku hêzên wan pêşve diçin û her roj welatiyên sivîl ji destê terorîstên DIŞIê rizgar dikin.

Her di çarçoveya wê operasyonê de, hêzên YPGê û YPJê ragihandin, ku wan li gundên Dêrezorê 3 Kurdên Êîzdî ji destê DIŞIê rizgar kirine.

Navê kesên hatine rizgarkirin wiha ne: Şehed Xidir a 17 salî, Şahir Xidir ê 10 salî, ku herdu xûşk û birayên hev in û ya din jî Beşîra Mico Coqas a 20 salî ye.

Li gorî ragihandina HSDê, Operasyona Bahoza Cezîrê ji bo kontrolkirina gundewarên Dêre Zorê ji destê terorîstên DIŞIê, di Îlona sala 2017ên de destpê kiribû û hîn jî berdewam e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.