Demîrtaş: Ez ê nebim namzetê hevserokatiyê

Demîrtaş pêşniyarek pêşkêşî HDPê dike
کوردستان TV
100%

Hevserokê Giştî yê HDPyê Demîrtaşî got ku, “Ji bo bi heyecaneke nû em di rêya xwe de ber-dewam bikin, divê ji niha de bê zanîn ku di vê kongreyê de ez ê nebim namzetê Hevserokatiya Giştî.”

Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahedîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê nameyek şand û aşkere kir ku ew di 3yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo hevserokatiyê nabe namzet.

Nameya Demîrtaşî ji hêla Hevseroka Giştî ya HDPyê Serpîl Kemalbayê ve piştî şopandina doza Parlamenterê HDPyê Idrîs Balûkenî li Amedê li hotelekê hat xwendin ku HDPyî bi mijara kongreyê civînê li hotelê li dar dixin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.