Seredana Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdoğan bo Parisê, ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan û sivîl-demokratan ve hate protesto kirin.
Rêxistina Rojnamegerên sînornenas li pêş avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê li Parîsê, protestoyek girseyî li dijî Erdoğanî lidar xistin. Xwepêşandêran wêneyên rojnamegerên li Tirkiyeyê girtîne hildan û Tirkiyeyê bi girtîgeha rojnamegeran binav kirin.
Rêxistina navneteweyî ya feminist Femen jî, Erdoğan wekî kujerê azadiyan protesto kirin. Çendîn jinên cilên xwe ji xwe kirî, li ser laşên xwe nivîsandin: Mafê Kurdan nas bike, Mafê jinan nas bike, Azadiyên mafên mirovî nas bike!
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin