Amerîka ambargo danî ser 5 şîrketên din

Amerîka dibêje ew pênc şîrket hevkariya Îranê dikin
کوردستان TV
100%

Amerîka dibêje ew şîrket hevkariya Îranê dikin.

Amerîka navê 5 şîrketên din ji ber ku piştgiriyê didin Îranê ji bo çêkirina mûşekên balîstîk, li lîsteya ambargoyê zêde kir.

Şîrketên bi navên Shahid Kharrazi Industries, Shahid Sanikhani Industries, Shahid Moghaddam Industries, Shahid Eslami Research Center û Shahid Shustari Industries ji ber ku piştgiriyê didin bernameya Îranê ya çêkirina mûşekên balîstîk ji aliyê Amerîkayê ve weke dezgehên ku wê ambargo li ser werin pêkanîn hatin destnîşankirin.

Hat gotin ev şîrket ji aliyê Koma Endustrî ya Shahid Bekarî ve ku ew bi xwe jî di vê lîsteya ambargoyan de ye, tên kontrolkirin.

Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di derbarê vê mijarê de wiha axivî: “Ambargo wê li ser van dezgehên ku xwedî roleke girîng in ji bo bernama mûşekên balîstîk ya Îranê werin pêkanîn. Hikûmeta Îranê piştrigiyê dide komên terorîst.”

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.