Amerîka alîkariyên xwe bo Pakistanê rawestand

Amerîka dibêje Pakistan terorîstan dixewîne
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Amerîka belav kir ku Pakîstan di têkoşîna dijî terorê ya li ser axa xwe ne serkeftiye  û jiber vê Amerîka hemî alîkariyên bo wî welatî rawestandiye.

Wezaretê da zanîn ku heta ku Îslamad dijî koma Heqanî û Talîbana Efxanistanê dest bi têkoşînê neke ewê Amerîka biryara xwe neguherîne.

Wezareta derve ya Amerîkayê duhê  jî ragihandibû ku li Pakîstanê azadiyên olî bi awayekî tund têne binpê kirin û ew xistibû lîsteya çavdêriya taybet.

Beriya nihaSerokê Amerîka Donald Trump gotibû ku tevî hemî alîkariyên wan yên bo Pakîstanê jî Îslamabad terorîstan dihewîne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.