Serleşkerê artêşa Îranê Musavî anî ziman ku xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qedandin lê eger ku lizûm bike hêzên artêşê jî amadene ku mudaxeleyê bikin.
Piştê pasdarên Îranê artêşa Îranê jî îdia kir ku xwepêşandan qediyane. Serleşkerê artêşa Musavî anî ziman ku xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qedandin lê eger ku lizûm bike hêzên artêşê jî amadene ku mudaxeleyê bikin.
Ev hefteyeke ku xwepêşandanên li Îranê didomin. Duhê serleşkerê giştî yê pasdaran Elî Ceferî îfadeya “fitne qediya” bi kar anî. Îro jî serleşkerê artêşa Îranê Abdulrahîm Musavî anî ziman ku hêzên me yên ewlehiyê û polêsan xwepêşandana dan sekinandin lê eger ku lizûm bike artêşa Îranê jî wê mudaxele bike
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin