Hêzên Îranê du kolberên din yên Kurd kuştin

kuştina kolberên Kurd bûye karê rojane yê hêzên Îranê
کوردستان TV
100%

 

Li bajarê Urmiye yê Îranê li du cihên cuda kolberên kurd rastî êrişa hêzên îranî hatin. Di encama êrişê de 2 kolber hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya saziya mafê mirov a Hengawê, li herêma bajarê Urmiyê kolberên kurd li du cihên cuda rastî êrişa çekdarî ya hêzên Îranî hatin. Di encama êrişê de 2 kolberên kurd hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hengawê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Soma ya Urmiyê kolberên kurd ê bi navê M.Qyê 21 salî û E.Qyê 30 salî ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin kuştin û konerek jî bi giranî birîndar bû.

Di berdewamiya daxuyaniya Hengawê de hat ragihandin ku kolberekî din ê bi navê Ramîn Esmerê yê 19 salî ku ji gundê Nazlu yê Urmiyê ye jî di êrişa hêzên îranî de birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Urmiyê tê dermankirin.

Li gorî Hengawê, di nava du rojan de li herêma Merîwan, Hewreman, Xoy û Serdeştê zêdeyî 20 hesp û barê wan ki aliyê hêzên îranî ve hatiye desteserkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.