Dema hilbijartinên Kurdistanê hat diyar kirin

hilbijartin di 14ê nîsanê de tên kirin
کوردستان TV
100%

Di meha nîsanê de vê du hilbijartin werin kirin.

Civata komîserên ser bi komisyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê, îro civiya û di civîna xwe de derbarê diyar kirina dem bo hilbijartinên Serokatiya Kurdistan û Parlementoya Kurdistanê nîqaş kir.

Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku di roja 14an ya meha nîsana sala 2018an de hilbijartinên Serokatiya Kurdistan û parlementoya Kurdistanê werin kirin.

Weke tê zanîn di meha 12an ya sala 2017an de jî Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji parlementoyê kiribû daku di nava sê mehan de amadekariyên hilbijartinan bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.