KCKê nasname û belgeyên endamên MİTê eşkere kir

PKK belgeyên destê xwe eşkere dike
کوردستان TV
100%

Hevserokatiya Konseya bilind a KCKê 2 rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin, agahî û belge eşkere kir.

Li gor malperên nêzîk PKKê daxuyaniya KCKê de hat gotin: ‘’Rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên hatine girtin ragihandine ku şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan bi fermana Erdogan bi rengekî taybet ew wezîfedar kirine.’’

KCK ragehand, bi girtina 2 payebilindên MÎT'ê re ku bi 'fermana taybet' a Tayyîp Erdogan ji bo sûîqest an jî girtina payebilindên PKK'ê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, agahî û belgeyên girîng hatine bidestxistin. Hat destnîşankirin ku operasyon berî 5 mehan hate destpêkirin û gelek personelên MÎT a Tirk hatine girtin.

Hevserokatiya KCKê ragehand: "Rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên hatin girtin, Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel in ku 20 salan li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyê bi wezîfeyên girîng rabûne û piştre li navenda MÎT'ê hatine erkdar kirin. Erhan Pekçetîn serokê karên cihêkariya etnîkî ya navxweyî ye, ku daîreya herî stratejîk a MÎT'ê ye. Aydin Gunel jî rêveberê çavkaniyên mirovan ê MÎT'ê ye ku ji hundir û derve berpirsyar e. Ji ber ku ev li navenda MÎT'ê dixebitin û bi erkên payebilind radibin, her wiha ji ber ku têkiliya xwe bi daîreyên din re heye, haya wan ji hemû karên MÎT'ê û operasyonên wan heye. Yekser an jî neyekser agahiya wan ji hemû operasyonan heye."

Hevserokatiya KCKê dawî de jî ragehand: ‘’Em ê di nêz de li ser hin tewanên ku MÎT’ê li ser gelê me û gelan kirine bi raya giştî re parve bikin.’’

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.