Tirkiye li Sûriyeyê piştgîriya terorîstan kiriye

nivîskarê nêzî hikûmetê nihêniyên hikûmetê eşkere dike
کوردستان TV
100%

Mehmet Barlas dibêje Tirkiye li Sûriyeyê hevkarî û piştgîriya tevgerên terorîstî kiriye.

Sernivîskarê rojnameya Sabahê ku li Tirkiyeyê weşanê dike Mehmet Barlas di gotara xwe ya doh ya di derbarê polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Îranê de diyar kir ku di bin navê ‘muxalif’an de Tirkiyeyê li Sûriyeyê ‘piştgirî da rêxistinên terorî'

Mehmet Barlas di gotara xwe ya 2 ê rêbendanê ya bi navê ‘NY gav bi gav ber bi tune bûne ve diçe' de diyar kir ku Tirkiyeyê di bin navê ‘muxalif'an de piştgirî da ‘rêxistinên terorî'

Beşek ji nivîsa Barlas wiha ye:  Pirsgirêk û arîşeyên Îranê yên Iranê ne. Eger rejîm (a Îranê) ne zexm be, dê li ser piya nemîne. Lê hergiz Amerîka nikare vê biryarê bide. Bi vê munasebetê em bibîr bînin ku me bi heman xeletiyê heçkû Esad pirsgirêkeke me ya hundirîn be nêzî meseleye bûn û ji ber ku ‘muxalif bûn' me piştgirî da ‘rêxistinên terorî'. Amerîka hem prensîbên NYyê binpê kirin û hem jî kar û barên vê saziyê boykot kirin û ew bêhtir bêbandor hişt, em qet wisa nakin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.