Trump: Dibe ku em alîkarîya bo Filistînê rawestînin

Serokê Amerîkayê gef li Felestînê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku dibe ku ew alîkariya bo Filistînê rawestînin.

Trump li ser Twitterê peyamek belav kir û nivîsand: Em her sal bi sed hezaran dolar didin Filistînîyan û li hemberî vê em ti rêz û teqdîrê nabînin’’

Trump herwiha da zanîn ku biryara nasîna Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê ji rojeva danûstandinên nû yên aştîyê hatiye derxistin.

Karbidestên Filistînê dîyar kiribû ku Amerîka piştî biryara ser Orşelîmê ‘’êdî nikare bibe navbeynkarekî bêalî.

Trump di sere Berfanbarê de ragihandibû ku ewê balyozxanê Amerîka ya li Telavîvê bibin Orşelîmê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.