Xeta telefonê ya Koreya Bakur û Koreya Başûr vedibe

mimkune têkiliyên navbera her du Koreyan çê bibin
کوردستان TV
100%

Koreya Bakur ragihand ku bo danûstandinên ser beşdarîya Olîmpîyatên Koreya Başûr hêsan bikin, ewê xeta telefonê ya bi wî welatî re jinûve vekin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di axaftina sersalê de dîyar kiribû ew dixwazin bi Seulê re dîyalog çêbin û dibe ku beşdarî olîmpîyatan jî bibin.

Koreya Başur, bi awayekî erênî pêşwazîya axaftina Kim kir û da zanîn ku ewê demûdest dest bi danûstandinan bikin.

Karbidestekî Koreya Bakur di axaftineke xwe ya li ser kanalekê de dîyar kir ku ewê xeta telefonê jinûve vebe.

Ajansa Koreya Başûr, Yonhap jî diyar kir ku xeta telefonê dê îro Çarşemê vebe.

Olîmpîyatên Zivistanê dê di meha Sibatê de li Pyeongchang ya Koreya Başûr li dar kevin.

Karbidestên her du dewletan ji Berfanbara 2015’an ve ti hevdîtin nekirine.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.