Sefîn Dizeyî: Em pêşwaziya her pêngaveke erênî dikin

Bexda hêdî hêdî tê ser rêya rast
کوردستان TV
100%

Berdevkê hikûmetê dibêje bo danûstandinan pêşwaziya her pêngaveke erênî dikin.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li her pêngavek erênî bo giftûgoyên çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistanê û hikûmeta Iraqê yên ser bingehê destûrê dike.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî got:  Encûmena wezîran a herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawî de teqezî li ser helwêsta xwe kiriye, ku amadeye bo çareseriya hemû pirsgirêk li ser bingehê destûra Iraqê, li hikûmeta federal û dest bi giftûgo bike û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî Ii her pêngavekê dike, ku rê ji bo destpêkirina guftûgo di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de xweş bike.’’

Sefîn Dizeyî diyar kir ku her di vê çarçoveyê de hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li wan amaje û pêngavane dike ku heftiya borî li Bexda derketin û bi awayek niyetek paqij hate xwandin û wek serdana şandeke hikûmeta Iraq bo herêma Kurdistanê û daxwaza pêkanîna lijneyek hevbeş bo guftûgo derbarê deriyên sînor, balefirgeh, bendavên herêma Kurdistanê û daxwaza lîsteya mûçexwarên wezareta tenduristî û perwerdê ya herêma Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ya federal ve bi armanca rêkirina mûçeyan, gavên erênî bûn.’’

Dizeyî derbarê vekirina deriyên sînorê herêma Kurdistanê li gel Îranê jî got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan pêngavan keyfxweşe û bi pêzanîn ve pêşwazî lê dike. Herwaha amadeye li ser pirsgirêka rêveberina deriyên sînor û balefirgehan li gel hikûmeta Iraqê guftûgo bike û li gor mekanîzmayên destûra Iraqê diyar kirî, alîkarî û hemahengî li gel Bexda bike, ku çareseriyek hevbeş a di berjewendiya her du aliyan de ava bike.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.