Karmend vegeriyan ser karên xwe.
Hejmarek zêde ya bazirganên Kurdistanê bi rêya xala sînorî ya navnetewî ya Hacî Omeranê ve bazirganiyê dikin.
Berpirsê peyvendiyên xala sînorî ya navnetewî yê Hacî Omeran Dersîm Tehsîn diyar kir ku ji ber daxistina deriyê sînorê Hacî Omeran hejmarek zêde ya wan kesên ku karê bazirganî û karkerî dikirin û bi taybet rûniştvanên navçeyê ne bê kar mabûn.
Dersîm Tehsîn anî ziman ku li deriyê sînor 2620 kes bazirganiyê dikin. 731 kamyonên barhelgir, 430 wesayîtên taybet û zêdetir ji 500 karkeran kar dikin û vebûna sînor ve hemû ew kesane vegeriyan ser karên xwe.
Îro 02.01.2018ê Dersîm Tehsîn di tora xwe ya civakî facebookê de agahdariyek belav kir û ragehand, ji îro û pê de bazirgan û hemwelatî dikarin dest bi bazirganî û hatûçûna xwe ya li merzê Hacî Omeran bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin