Li dijî Efrînê pêngaveke nû

tirkiye amadekariyên xwe bo êrîş kirine ser Efrînê didomîne
کوردستان TV
100%

 Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li devera hêmin li Idlibê zêde dike û rokêtên Hok li ser sînorê Efrînê bi cih dike.

Çavkaniyên xwecihî li Idlibê dan zanîn ku artêşa Tirkiyê xalên çavdêriyê li devera hêmin li Idlibê zêde dike.

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa Tirkiyê rêkarên serbazî yên nû girtine ber û hêzên zêde li nêzîkî bajarokê Daret Izê bi cih kirine.

Çavkaniyên ku ji medyayê re axivîne tekez kirine ku artêşa Tirkiyê rokêtên Hok, radar û amûrên pêwendîdanînê li ser sînorên Efrînê bi cih kirine.

Bicihbûna hêzên artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlibê li gorî rêkeftina her sê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser damezirandina devera hêmin li wê parêzgehê tê.

Ew demeke dirêj e ku Tirkiye gefa wê yekê dike, ku dê êrişî Efrînê bike û bi gotina rayedarên wî welatî, ew dê wê herêmê ji kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û baskê leşkeriyê wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbixin.

Rayedarên Tirkiye PYDê û YPGê weke gef û metirsî bo ser asayişa xwe ya netewî dibîne û wan weke baskê PKKê yê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.