Ajans Pres dezgeha ragihandinê a navnetewî di nûçeyek xwe de balê dikişîne ser 3 hezar kesên wendayî û dibêje piştî ku Mûsil ji aliyê hêzên Iraqê ve hat kontrolkirin, serlêdana wendabûna 3 hezar kesî hatiye kirin. Lê hêj dezgehek fermî û bi rêk û pêk ya girêdayî Iraqê nîn e ku li aqûbeta van wendayiyan bipirse.
AP dibêj e hejmera zarokên wenda jî di gelek zêde ne. . Ajans agahiyên xwe dispêre dezgehên fermî yên herêmê û dibêj e ji meha tirmehê û vê de xelkên derdorê ji bo 3 hezar kesên wendayî serî li Meclisa Herêmî ya Neynowayê dane. Lê hikûmeta Iraqê ji bo dîtina van wendayiyan hêj dezgeheke bi rêk û pêk ava nekiriye da ku aqûbeta van wendayiyan bê zanîn.
Tê zanîn ku piraniya wendayiyan ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin yan jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin