Xwepîşandanên Îranê dom dikin û kuştî û birîndar jî hene.
Xwepîşandanên xelkê Îranê li bajarên curbicur yên vê welatî li dijî rejîma Îranê dom dikin.
Li gor jêderên çapemenî li Îranê, xwepîşandanên girseyî li dijî gendelî û hikûmeta rejîma Îranê di roja xwe ya çaran dene û li hin bajarên mezin yên Îranê xwepîşandan dom dikin.
Jêderên Îranî behsa vê yekê dikin ku heta niha 12 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve rayedarekî spaha pasdaran ya Îranê diyar kir ku şeva derbasbûyî li Tehranê 200 kes û li Ormiyeyê jî zêdetir ji 10 kesan hatin girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin