Wezîrê karê derve yê Îngîltere Boris Johnson, li ser qewimandinên Îranê, di beyana xwe de weha got: “Em qewimandinên li Îranê bi endîşe dişopînin. Divê hemwelatî bi aştiyane karibin xwepêşandanan bikin.”
Kanada jî di sîta înternetê ya wezareta karê derve de, di "Global Affairs Canada" de dibêje ku ew bûyerên li Îranê ji nêz de dişopînin û weha dewam dike:
“Kanada wan Îraniyên ku mafên xwe yên bingehîn, protestoyên aştiyane dikin destek dike. Em bang li rêvbiriya Îranê dikin ku mafên xelkê yên demokratîk biparêzin û rêz lê bigrin. Kanada wê bi berdewamî mafên bingehîn yên xelkê Îranê; xwe îfadekirin jî di nav de, dê piştgiriya xelkê Îranê bike.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin