Sekreterê Tevgera Asaib-î Ehlî Heq a bi ser Heşda Şebî ve Qeys El-Xezalî got, Hêzên Heşda Şebî tevî hêzên Iraqê gelê Iraqê parastine û serkeftineke dîrokî bi dest xistine.
El-Xezalî di gotareke pîrozbahiyên serkeftina li hemberî dagirkeriya Amerîkayê ya li bajarên Iraqê û têkbirina terorê' de, ragihand, Ger me bawerî bi berxwedanê neaniya, me nedikarî serkeftineke leşkerî û siyasî bi dest bixista.
Xezalî di beşeke axaftina xwe de diyar kir, hêzên Heşda Şebî digel hêzên çekdarên Iraqê gelê Irawê li hemberî hemû dinyayê parastiye û serkeftineke mezin bi dest xistiye.
Sekreterê Asaib-î El Heq ku bi ser Heşda Şeibî ve ye, herwiha referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an a Herêma Kurdistanê bi bîr xist û got, "Bidestxistina serbixweyiya Iraqê û têkdana plana referandûmê, nîşaneya yekîtiya gelê Iraqê ye."
Xezalê herwiha îdia kir ku ji ber vemirandina agirê fitneyê, Amerîka neçar maye alternatîveke wekî DIŞIê bikar bîne û got ku hêzên wan ti carî wekî komên tekfîrkar li dijî sivîlan êrîş nekirine û bombe neteqandine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin