Tirkiye û Îranê ji bo ewlekariya xwe biryar dabûn ku di navbera her du welatan de, li hinek deveran 144 km dîwar avabikin.
Ji 144 km yan 57 km yê dîwar li bajarê Ixdirê û 87 km jî li ser sînorê Agiriyê ava dikin. Hem bi dîwar re ji bo jendirme dewriye bigerin, rê jî bi dîwar re tê çêkirin. Wê di dîwar de 15 derî bên hiştin. Di deriyan de wê camên ku gule li wan bandorê nakin bên danîn.
Dîwarê ku tê danîn kengê bixwazin dikarin blokên wan rakin û bibin dereka dinê bi wan ava bikin.
Li ser sînor her roj 1250-1500 blokên beton weke qalib çêdikin û firehiya blokan 2 metre û blindahiya wan 3 metre ye. Ser dîwaran jî bi têlên birek tê girtin. Xebata dewleta Tirkiyê giran dimeşe ji ber ku li ser sînor, ji berê de mayîn hatine danîn.
Dîwar ji aliyê TOKİ yê de tê avakirin ku TOKİ dezgeyeka dewletê ye. Wê dîwar heya hezîrana 2018an temam bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin