Serok Barzanî: Kurdistan wargeha Mesîhiyane

Serok Barzanî dibêje li Kurdistanê ti cîhek ji hizra radîkal re tuneye
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî cejna Kirîsmesê li mesîhiyên Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî bi minasebeta cejna jidayîkbûna hz. Îsa Mesîhî (cejna Kirîsmes) peyamek pêşkêşî mesîhiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de behsa dagîrkirina cih û warên mesîhiyan ji aliyê Heşda Şebî ve jî kir û ragihand, ew cih û warên mesîhiyan li deşta Neynewa, yên ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibûn azadkirin, piştî bûyerên 16 Cotmehê cardin ji aliyê Heşda Şebî ve hatin dagîrkirin. Ji ber wê jî ew mesîhiyên ku ji ber DIŞIê koçber bibûn, vê carê jî ji ber Heşda Şebî koçber bûn.

Serok Barzanî anî ziman ku Kurdistan dê ti carî nebe cihê hizrên radîkal û got, ji ber ku hizra radîkal li ser pêkvejiyana gelan û asayîş û aramiyê gef û tehdîdek ciddî ye. Bila mesîhiyên Kurdistanê piştrast bin ku Kurdistan ti carî nabe hêlîna hizra radîkal.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.