Cîgirê Serokomarê Iraqê: Dibe Kerkûk biteqe

Eyad Elawî derbarê rewşa Kerkûkê de hişdarî dide
کوردستان TV
100%

Cigirê Serokomarê Iraqê Iraqê Eyad Elawî derbarê rewşa Kekrûkê de hişyarî da û ragihand: “Eger heye rewşa parêzgeha Kekrûkê di her kêliyê de biteqe!”

Cigirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî di hevpeyvînekî de ji rojanemya Riyaz a Erebîstana Siûdî re got: “Iraq îro di destê siyaseta mezhebgeriyê de dinale. Pirgirêka koçberan heye û niha nakokiyên li gel Herêma Kurdistanê jî li ser zêde bû. Eger heye rewşa parêzgeha Kekrûkê di her kêliyê de biteqe!”

Elawî ku di heman demê de Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê ye dide xuyakirin: “Em bi rijdî daxwaza guftugoyê dikin. Divê gelê Kurd vegerin û nabe Kurd werin cezakirin. Divê Kurd bi temamî bikevin pişta Iraqa yekgirtî.”

Siyasetmedarê iraqî amaje bi wê yekê dike, ku di hilbijartinên 2010ê de lîsteya wan a Iraqiye dengên piranî bidest xistin û dibêje, Îran li dijî wan derketiye û Amerîkayê jî palpiştiya vê helwesta Îranê kiriye, rê nedane ew hikûmetê pêk bînin.

Eyad Elawî destnîşan dike, ku eger hingî ew bibana hikûmet, rewşa Iraqê wiha nedibû, seqamgîrî û aramiya welat ji dest nediçû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.