Mizgefta ‘Kurdan' kirin mizgefta ‘Tirkan'

zextên li ser Kurdan li vê bajarê zêde bûne
کوردستان TV
100%

Li bajarê Kilîsê mizgehta ku di sedsala 17mîn de bi navê "Kurtler Camii" (mizgefta Kurdan) hatiye avakirin, kirin "Turkler Camii".

Li bajarê Kilîsê li taxa Boluk li sûka bi navê Bînbaşi mizgeftek dîrokî heye. Agahiyên di derbarê dîroka mizgeftê de her çiqas ne zelal be jî gor çavkaniyên osmanî di sedsala 17mîn de hatiye avakirin. Dîsa gor heman çavkaniyan mizgeft ji aliyê Hesen Axayê kurd ve hatiyê çêkirin. Navê mizgeftê jî ji avakarê wê tê. Di salên dawî de navê mizgeftê bi xebatên restorasyônê ve hat guhertin. Navê "Kurtler Camii" bi navê "Turkler Camii" hat guhertin.

Di siteya walitiya Kilîsê de jî dema behsa mizgeftê tê kirin, tê îfadikirin ku berê navê wê "Mizgefta Kurdan" bû lê dûre ji aliyê wezareta çandê ve bi awayê "Mizgefta Tirkan" hatiyê guhertin.

Li Tikiyê cîroka guhertina navan gelek dirêj e. Siyaseta guhertina navan di salê 1940î de dest pê kir heya salên 2000î domand. Bi tevahî heya îro navên nêzê 12 hezar gundê hatin guhertin. Navên ku hatin guhertin bi pirayî kurdî bûn. Hinek ji wan jî Ermenîkî, Lazkî Suryanikî û Rûmkî bûn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.