NY : 40 xanî û 100 dikarên Kurdan hatine şewtandin

zêdetir ji 44 xaniyên Kurdan şewtandine
کوردستان TV
100%

 

NY dibêje heşda şebî û heşda Tirkimanî mal û milkên welatiyên Kurd şewtandine.

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) çend tîm rêkiribûn Xurmatû û lêkolîn û lêpirsîn derbarê binpê kirinên Heşdî Şeibî yên li dijî hemwelatiyan pêkanîn.

Li gor raporta ku duh 23.12.2017ê hatiye belav kirin, Heşdî Şebî ji destpêka dagirkirina Xurmatû ve dest bi tundiyê kiriye û piştî gelek dozên li dijî wan milîsan û bi taybetî jî milîsên Heşdî Tirkmenî UNAMI dest bi lêkolînê kir.

UNAMI raporta xwe dispêre zanyarî û daxuyaniyên xelkê Xurmatû, ku ji ber dagirkeriya Heşdî Şebî naha koçberî bajarên Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê bûne.

Nûneriya NYê ya li Iraqê piştî lêkolînê aşkera kir, 1440 malbatên Xurmatû koçber bûne û 40 xanî û 100 dikanên kurdan jî li taxên Komar û Cemîle ango Rizgarî ku kurd tê de bûne hatine şewitandin û wêran kirin.

Di raportê de amaje bi vê yekê jî tê kirin ku milîsên Heşdî Tirkmenî nîşaneyên cuda kirinê li ser dîwar û malan nivîsandine û xaniyên tirkmenan cuda kirine ji xaniyên kurdan.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.