Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Sûriyeyê Staffan De Mistura diyar kir ku ‘’Cenevre - 8’’ ya ku bo aştiya Sûriyê hatibû lidarxistin serkeftî nebûye.
De Mistura da zanîn ku wan hevdîtinên dualî kirine lê zemîneke rast ya danûstandinê çênebûye.
De Mistura derbarê hikûmeta Sûriyeyê de jî got: Min nedît ku hikûmet bo diyalog û danûstandinan gavek ber bi pêş ve bavêje.
De Mistura diyar kir ku komên opozîsyonê di hewildanekê de bûne, lê karbidestên hikûmetê xwestine ku ‘’tenê li ser terorîzmê’’ biaxifin.
De Mistura diyar kir ku bi têkçûna danûstandinan fersendeke zêrîn ji dest çûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin