Çekdarên heşda şebî dibêjin postê Serokwezîriya Îraqê yê wane.
Berdevkê Esayib Ehil Heq Mehmûd Rubey got ku ew li bendê piştî hilbijartinên bê, postê Serokwezîrtiya Iraqê bidin wan.
Berdevkê Esayib Ehil Heq Mehmûd Rubey ku komeke girêdayî rêxistina paramîlîter Heşda Şebî ye, diyar kir ku ew amadekariyên çêkirina bernameyeke siyasî dikin û diyar kir ku di vê çarçovê de komên di nav Heşda Şebî de wê bi hevpeymaniyekê beşdarî hilbijartinan bibin.
Rubey îdîa kir ku postê serokwezîrtiya Iraqê mafê wan e û ew ji bo bidestxistina postê serokatiyê bixebitin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin