Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand, hin grûbên çekdar yên ku Îran piştevaniya wan dike gefê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dixwin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka Eric Bahon di konferanseke rojnamevanî de ragihand, agahdariyên wan hene, hêzên wan ên li Iraqê ji aliyê hin grûbên çekdar yên ku Îran piştevaniya wan dike ve gef lê tên xwarin.
Herwaha got, hêzên wan dikarin berevaniyê li xwe û hevpeymanên xwe bikin. Amaje bi wê jî kir, karê li pêş yê wan û Hevpeymaniya Navdewletî jinavbirina DIŞIê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin