Hevpeymaniya Erebî êrîşî ser kempeke leşkerî kir

ew navend navendeke mezin ya Husiyan bûye
کوردستان TV
100%

Li Yemenê kempeke leşkerî ya Husiyan hate bordimankirin.

Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ku li Yemenê dijî çekdarên Husî şer dike, li Sana ya paytaxt di êrîşeke esmaî de bi kêmî vê 15 kes kuştin û 30 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidestan diyar kir ku koalîsyonê êrîş biriye ser kampeke leşkerî ya Husiyan û di êrîşê de jimareke avahiyan hilweşîyane û bi dehan kes di bin kavilan de mane.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Siûdî, ji 2015’an vir ve dijî çekdarên Husî yên bi piştgiriya Îranê şer dike.

Di şerê navxweyî yê Yemenê de 10,000 kes hatin kuştin û 3,000,000 kes jî ji warên xwe bar kirin. Jiber şer sîvîlên Yemenê bi xelayê re rû bi rû mane.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.