Amerîka amadeye li gel Koreya Bakûr dest bi diyalogê bike

Amerîka dibêje mercê xwe bo diyalogê tuneye
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê dibêje em amadene li gel Koreya Bakûr giftûgo bikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di civîneke saziyeke ramanî de gotarek pêşkêş kir û behsa aloziyên navbera Amerîka û Koreya Bakûr kir.

Tillerson diyar kir ku bo çareser kirina kêşeyên heyî Amerîka amadeye bêmerc li gel Koreya Bakûr dest bi diyalogê bike.

Tillerson diyar kir ku em dixwazin dest bi giftûgoyê bikin û nexşerêyek bo çarser kirina kêşeyên heyî amade bikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.