DMMEyê biryara xwe ya derbarê dersa zimanê Kurdî de aşkere kir

DMME biryara xwe li ser zimanê Kurdî eşkere kir
کوردستان TV
100%

Dadgeh dibêje mafê xwendekaran hatiye binpêkirin.

DMMEYê biryara xwe ya derbarê wan xwendekaran de aşkere kir ku daxwaza dersa zimanê Kurdî ya hilbijarî kiribûn û rastî lêpirsîna disiplînê hatibûn. Dadgehê biryar girt ku cezayê hatiye dayin mafê perwerdeyê bin pê kiriye.

Têkoşîna heft xwendekarên ku ji bo dersa Kurdî didan meşandin îro li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi encam bû.

DMMEyê derbarê serlêdanên wan xwendekaran de îro biryar derxist ku piştî li zanîngehê daxwaza dersa Kurdî ya hilbijarî kirine yan ji dibistanê hatine avêtin yan jî hatine dûrxistin. Dadgehê biryar girt ku cezayên disîplînê tê wateya binpêkirina mafan.

Dadgehê biryar girt ku ji ber xala 2/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin divê Tirkiye ji bo her xwendekarî 1500 Euro cezayê qerebûya manewî bide. Xala 2/1yê derbarê mafê perwerdeyê de ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.