Rêvebiriya xweser li Efrînê karta nasname dide welatiyan

xelk êdî pêdiviya xwe bi rejîma namîne
کوردستان TV
100%

Yek ji van pirsgirêkan ew e ku gelek welatî jiber sedemên cuda nema dikanin nasnameya kesîtî ango nifûsê ji hikûmeta Şamê wergirin.

Hevseroka kargirîyê Sûad Eyûbî dibêje ku Rêvebiriya xweser jibo çareserkirina kêşeya karta nasnamê, navendeke taybet vekiriye ku hemwelatî bikanibin belgeyên fermî derxin.

Eyûbî got: Karê me girêdayî desteya hindurîn e û hemwelatîyên ku tomara wan ya dayikbûnê li Efrînê û gundên wê ne, dikaninin nasnameya kesîtî wergirin".

Eyûbî da zanîn ku wan ji meha Adarê vir ve 1700 nasname li hemwelatîyan re belav kirine û kî bixwaze belgeyên fermî wergire dikane serlêdana kargirîyê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2014'an vir ve, Rêvebirîya Xweser li Efrînê, ji hikûmeta Şamê cuda, di gelek qadan de karûbarên gel dimeşîne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.