Pasdarên Îranê li bajarokê Qeladizê tora davêjin

dest danîne ser mobayilên xelkê
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê çend çavkaniyên taybet ve li deverê de bo dezgeha setelîta Kurdistanê hatine şandin, îro duşem du tirimbîlên leşkerî yên spaha pasdarên Îranê hatine nava bajarokê Qeladizê ya ser bi Silêmaniyê ve.

Ev jêderên ku wêne û zaniyarî bo me şandine, eşkere kirin ku hijmara wan pasdaran nehatiye zanîn lê ne kêmî 5 kesa bûye û bi du tirimbîlên leşkerî li gel hêzên zirêvanên sinor hatine nava navenda bajarokê Qeladizê û di nava bajêr de tor avêtine.

Heman çavkanî û jêderan diyar kir ku ev pasdarên Îranî rê nedidan ku ti kes wêneyên wan bigire û ew welatiyên ku bi mobaliyên xwe wêne girtibûn, pasdaran dest daniye ser mobaliyên wan.

Heta niha derbarê hatina wan pasdaran bo nava Qeladizê ti zaniyariyên zêdetir nehatine weşandin û ti kes û aliyek jî di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.