Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn îro serdana Sûriyeyê kir û li gel Serokê Sûriye Beşar Esed civiya.
Piştî vê civîna han jî Pûtîn serdana navenda leşkerî ya hêzên Rûsî ya li Hemîmînê kir û li gel rayedarên leşkerî yên Rûsî civiya.
Di vê civînê de Pûtîn daxwaz ji Fermandar û rayedarên leşkerî yên Rûsyayê kir daku hêdî hêdî xwe bo vekêşan ji Sûriyeyê amade bikin.
Pûtîn di gotareke xwe de yaku li Hemîmînê ji bo leşkerên Rûsî pêşkêş kir got: We kariye ku metirsîdartirîn tevgerên terorîstî yên cîhanê ji nav bibin û piştgîriyeke baş pêşkêşî hêzên leşkerî yên Sûriyeyê bikin û niha erka we yaku ji we re hatibû diyarkirin bi dawî hatiye û dema vê yekê jî hatiye ku hun xwe amade bikin daku hêdî hêdî vekêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin