Sê partiyên opozîsyonê yên Venezyela nikarin beşdarî hilbijartinan bibin

jiber boykota hilbijartinên şaredariyan kirine nikarin beşdariya hilbijartinên giştî bikin
کوردستان TV
100%

Ew her sê partî hilbijartinên şaredariyan boykot kiribûn.

Serokwezîrê Venezuela Nicolas Maduro da zanîn ku jiber ku sê partiyên mezin yên rikeberiyê, hilbijartinên şaredariyê yên duh yekşemê boykot kirin, ewê nikaribin beşdarî hilbijartina seroktiyê ya 2018’an bibin.

Maduro diyar kir ku tenê partiyên ku beşdarî hilbijartinên şaredariyê bûne dikarin berbijaran bo hilbijartina Seroktiyê raber bikin.

Sê partiyên bi navê Berê Dad, Îradeya Gel, Çalakiyên Demokratîk diyar kiribû ku pergala hilbijartinê ne adil e û hilbijartinên şaredarîyê boykot kiribûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.