Parlementerên Kurdistanê bersifa Serokwezîrê Îraqê dan

Parlementerên Kurd bi tundî rexne li Ebadî dikin
کوردستان TV
100%

Eger ne ji pêşmerge biba vê deverên destê DIŞIê nehatibana azadkirin.

tevahiya fraksiyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê, daxuyaniyek derbarê gotinên duh ên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî belav kirin û ragehandin; ji ber daxuyaniyên Ebadî yên serkeftina hêzên Iraqê, ew rastî şoke hatine ku serokwezîrê Iraqê behsa Pêşmerge nekiriye û rola Pêşmerge ya di şerê dijî DIŞIê de ji nedîti ve hatiye.

Li gor fraksiyonên Kurdistanê serokwezîrê Iraqê gotara serkeftinê di cîhê hemû pêkhateyan wek gotara serkeftina Iraqiyan li dijî DIŞIê pêşkeş kiriye.

Fraksiyonên Kurdistanê dibêjin: Ji nedîtî hatina rola Pêşmerge ji aliyê Ebadî ve, kareke piştguh kirinê ya aşkeraye bo qurbanên Pêşmerge, ku bi dehan hezar şehîd, birîndar û dîlên wan hene û Pêşmerge bi xwîna xwe rûpela şeref û serkeftinê nivîsandiye, bi hemû hêza xwe ve kariye li dijî DIŞIê şer bike û êrîş kiriye ser binke, qela û cîhên wan ên veşartî yên wê rêxistina terorîst.

Herwaha tê gotin: Ji ber berevaniya hemû pêkhateyên Iraqê, Pêşmerge sûlavek ji xwînê û çiyayek ji şehîd û birîndaran di qada şer de ava kiriye. Cîhên leşkerên artêşa Iraqê di dema şerê DIŞIê destpê kiribû û vala kiribûn tejî kiriye.

Herpênc fraksiyonên Kurdistanê wî helwêstê Ebadî şermezar dikin û daxwaz dikin ku daxwaza lêborînê bê kirin.

Herwaha derbarê proje yasaya budceya 2018ê ya Iraqê de jî tê ragehandin, pêwîste ew fêl û firt û sitemên di wê projeyê de hene bên derxistin, ku ew tenê li dijî Pêşmerge nîne, li dijî hemû hemwelatiyên herêma Kurdistanê ye.

Fraksiyonên Kurdistanê daxwaz dikin ji wan helwêstan dûrketin pêkbê û di çarçoveya siyaseta dijatiya ezmûna federal û hevbeşiya rasteqîn di navbera pêkhateyên Iraqê de pêkbê.

Herwaha hat gotin, ew rêbaza heyî li gel Iraqa nû û destûrê hevnagre ku deng li ser dane, berevajî wê dibe sedema derz xistina nav pêkhateyên Iraqê.

Dawî de jî her pênc fraksiyon dibêjin: ‘’Em hêvîdarin rûpela borî bê daxistin û bi helwêsteke erênî yê bi ruhê hevbeşî, wekhewî, dewleta hemwelatiyan, dadperwerî û bi baweriyê bingehek bê ava kirin.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.