Zimannsên kurd ên ku di jêr sîwana komeke bi navê Koma Kurmancî hatine ba hev û 30 sal in xebatên xwe didomînin doh li Pirtûkxaneya Kurdî ya li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê cara 61. hatin ba hev.
Koma Kurmancî komeke wisaye ku ji her parçeyên Kurdistanê endamên hene û ew bi ser Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve ye û beşdarên komxebata vê carê ev in: Reşo Zîlan (Agirî), Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Elîşêr (Wan), Emîn Narozî (Êlih), Hemîd Kiliçaslan (Mêrdîn), Rênas Awdal (Zaxo), Newzad Hirorî (Duhok) Selam Nûman (Qamişlo) û Zinar Soran (Dêrik).
Koma Kurmancîyê ve 30 sal in bê rawestan salê du caran civînan çêdike û hercarê zêdeyî heftêyekê û her roj ji 10 seatan bêtir karê xwe didomîne.
Di vê komxebatê 61. de gengeşe û vekolîn dê li ser babetên jêrê werin kirin:
Karên teknîkî û serrastkirina 60 hejmarên Kurmancî Ehmedê Nalbend — Newzad Hirorî
Peyvên kêmnas/nenas — Reşo Zîlan
Peyvên zaxoyî — Rênas Awdal
Peyvên Berrîyê — Hemîd Kilicaslan
Peyvên ji Wanê — Ziya Avci
Peyvên di pirtûka "Nameyek ji Şirnaxê" — Mustefa Aydogan
Civîna Kurmancî ya 61ê heta roja şemîyê 16ê Çileya pêşin dom dikeXebata Koma Kurmancî di sala 1987an de ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve dest pê kiriye û heta niha bê navber salê du caran vê xebatê berdewam kiriye. Herweha gelek lêkolîner, nivîskar û zimanzanên kurd beşdarî nav xebatên Koma Kurmancî bûne.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin