Berpirsê taqimeke çekdarî li Îraqê gefan li Îsraîlê dike.
Berpirsê taqima çekdarî ya bi navê Esaêb Ehlîheq, Qeyis Xezelî diyar kir ku lazime Îsraîl bizanibe, vê bajarê Qudisê li ser destê xelkê Îraqê were azadkirin.
Xezelî herwiha diyar kir ku Qudis vê li ser destê ew Îraqiyên ku li pey Îmam Mehdî ketine were rizgarkirin.
Nav hatî herwiha êrîşî ser Siûdiyeyê jî kir û anî ziman ku çekdarên şîi yên Îraqê karîn planên hevbeş yên Îsraîl û Siûdiyeyê li Îraq û deverê de pûç bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin