Serokkomarê Îranê dibêje eger Siûdiye siyasetên xwe biguhere vê têkiliyên xwe normal bikin.
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di gotara xwe de yaku li parlementoya Îranê de pêşkêş kir anî ziman ku eger Siûdiye siyast û helwestên xwe yên li hember Îranê biguhere, vê demê Îran amadeye ku têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê normal bike.
Ruhanî herwiha diyar kir ku lazime Siûdiye bordiman kirina Yemenê rawestîne û êrîşî ser Husiyan neke û herwiha lazime siyaset û helwestên xwe yên li hember Îranê biguhere daku Îran jî siyaseta xwe biguhere û têkiliyên xwe yên li gel vê welatî normal bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin