Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek li dijî gotinên Ebdaî belav kir

eger ne ji pêşmerge bûba vê hîn jî Mûsil nehatiba azadkirin
کوردستان TV
100%

Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî êrîş kirine ser gelê Kurdistanê weke serkeftin biser terorîstan bilêv kiribû, wezareta pêşmerge bi tundî bersifa Ebadî da.

 Di daxuyaniya wezareta Pêşmerge de hatiye: "Mixabin ji bo serokwezîrê welatekî, ku êrîşkirina ser xelkê welatê xwe li gel serkeftina bi ser terorê wek hev dibîne û bi hevra girê dide."

Wezareta Pêşmerge ragihand, Ebadî dagîrkirina serbazî û êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê, kuştin û mişextkirina xelkê Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din, talankirin û teqandina malên Kurdan ji aliyê hêzên Iraqî ve, weke serketineke mezin binav dike û wê yekê li gel serketina bi ser DIŞIê hevber dike.

Wezareta Pêşmerge dibêje, Ew serketinên Ebadî serfiraziyê bi wan dike, bi şehdebûna hemû cîhanê, heger Pêşmergên Kurdistanê nebana, wê ti carî hêzên Iraqî nikarîbana zora çekdarên wê girûpê bibin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, ku roja 6 vê mehê, di daxuyaniyeke neberpirsane de bi helkefteke Hizba De'iwe ya Islamî de, Heyder Ebadî êrîş û dagîrkirina hêzên Iraqê ji bajarê Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî re, wek serketrineke mezin dibîne û li gorî Ebadî ew yek nekêmî serketina li dijî DIŞIê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.