Kolberekî Kurd ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da

bûyer li çiyayê Şetire qewmiye
کوردستان TV
100%

Kolberê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê jiber sir û seqemê, di çiyayê “Şetre” de canê xwe ji da.

Li gorî zaniyariyan roja Çarşemê 15`ê Sermawêza 1396`an, hejimarek ji kolberên Kurd, li sînorên Kurdistanê, di çiyayê “Şetre” de, rastî ba û bahozê dibin û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Êdrîs Bayezîd” temen 25 salî xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke haydar li cihê bûyerê diyar kiriye ku termê wî kolberê Kurd, ji aliyê xelkê vê deverê ve hatiye dîtin, û kolberên din jî ku sirrêbirî bûne, ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine şandin.

Hatina demsala sirrê û barîna berfa zef, yek ji wan metirsiyan e di sînorên Kurdistanê de, ku kolberên Kurd digel de berbirû dibin.

Barên kolberan, kelûpel û tiştên taybet bi karê bazerganiya bajarên mezin yên Îranê ne, ku di derveyî yasaya gumrikê tê encamdan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.